Riyadus Salihîn di warê hedîsê de yek ji çavkaniyên herî girîng e. Hin alim yan hin kitêb hene ku bes ji hêla hevmezheb û hevmeşrebên xwe hatine qebûlkirin û hezkirin; hinek jî hene ku tam bi eksê vê ne; yanî ji hêla hemî mezheb û meşreban ve hatine qebûlkirin û hezkirin. Îmamê Newewî û kitêba wî ya Riyadus Salihînê jî yek ji wan alim û kitêban e. Îmamê Newewî yê ku muctehîd, muheddis, feqîh û zahid e, her çend ku ji hêla mezhebî ve muctehidekî Şafi'î ye jî, lê îro kitêba wî ya Riyad'us Salihîn ...